Print this page

Herêma Kurdistanê 3 ton derzî û derman şand Hesekê

 

Rojava News: Herêma Kurdistanê 3 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê ji bo birîndarên teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şand.

 

Di teqînên duh ên Hesekê de bi dehan kes şehîd bibûn û nêzîkî 150 kes jî birîndar bibûn.

 

bi fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê, 3 ton derman û pêdiviyên tenduristiyê ji bo birîndarên Hesekê hat şandin.