Rojava News: 5 birîndarên teqînên ku şeva Newrozê li bajarê Hesekê çêbûn, gihiştine nexweşaneyên Başûrê Kurdistanê.
Rêveberê deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî Rûdawê re ragihand ku îro sibehê 2 xortên ku di teqînên Hesekêde birîndar bibûn, ji bo nexweşaneyên Başûrê Kurdistanê hatin veguhestin û piştî wan 3 zarokên din yên ku birînên wan giran jî gihîştin Dihokê.
Duhî, Serokayetî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe nîşan dabûn ji bo alîkarîkirina birîndarên teqînên Hesekê.
Herwiha Rêveberê Tenduristiya Dihokê jî ji Rûdawê re ragihandibû ku ew amade ne birîndarên teqînê li nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê derman bikin, eger ev yek ji wan hat xwestin.
Di encama her du teqînên ku di nava şahiyên şeva Newrozê yên TEV-DEM û Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li taxa Muftî ya bajarê Hesekê de çêbûn, 54 kes şehîd ket û dorê 150 welatî jî birîndar bûn.