Print this page

DAIŞ minareya dêrîn a Şengalê teqand

Rojava News: Îro danê sibehê terorîstên DAIŞ minareya dêrîn ku dikeve navenda qeza Şengalê teqandiye, fermandarê serbazî ên li Şengalê jî amaje bi tevgera DAIŞ`ê li navçeyê dikin.

 

Cîgirê fermandarê lîwaya 4 a piyade ya hêzên pêşmerge emîd Ebdulrehman Mihemed ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro danê sibehê terorîstên DAIŞ`ê minareya dêrîn a qeza Şengalê a li navenda bajêr teqandine û niha jî avahiyên bilind bomberêj dikin.

 

Emîd Ebdulrehman got: Duh jî 2 avahiyên bilind li nava qezayê teqandin û terorîstên DAIŞ dixwazin hemû avahî û bînayên bilind biteqînin.

 

Fermandarê lîwaya 4 a hêzên pêşmerge ew jî diyar kir ku şeva borî di demjimêr 9:00`an de terorîstên DAIŞ bi doçka û hawanan û çekên giran teqe li çeperên pêşmerge kirine lê belê çi ziyan çê nebûne.