Print this page

Kurdên Rojavayê Kurdistanê vedigerin malên xwe

Rojava News: Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku 6 meh berê ji ber êrîşên DAİŞê, koçber bûn û xwe sipartin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi kêf vedigerin malên xwe. DAİŞê par di meha Îlonê de êrîş bir ser Kobanê, Kurdên li wê herêmê jî neçar man ku xwe bispêrin Tikiye û Bakurê Kurdistanê. Lê niha piştî rawestina şer û şekestin û derxistina DAİŞê ji navçeyê, vedigerin welatê xwe.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku bê hêvî mabûn, dibêjin niha bi vegera welatê xwe ew gelekî kêfxweş in. Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî jî got ku wan hevkarî kir û ev krîz bi serkeftî derbas kirin.

Çîftçî destnîşan kir ku di nav 2 rojan de, 130 hezar kes derbasî Sirûcê bûne û bi tu penaberî tiştek nehatiye, ji bo vê jî spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesên ku bûne alîkar dike. Çîftçî wiha axifî: ‘‘Êdî penaber hêdî hêdî vedigerin welatê xwe. Hemû saziyên dewletê mal û zarokên xwe dan aliyekî û ji bo penaberên Sûriyê hewl dan. Pêvajo bi awayekî erênî bi dawî bû. Lê belê ji bo demekê hinek penaberên sûriyeyî dê li Sirûc û derdora herêmê bimînin. Em amadehiyên xwe li gor vê dikin.”

Çîftçî got ku gava penaber cara pêşî hatin Tirkiyê û bi tirs bûn; lê niha hemûyan fêm kir ku Tirkiye welatekî çawa ye û wiha pêde çû: “Dema ku ev mirov hatin herêmê, gumanên wan hebûn û fikrên wan ên derbarê herêmê de nebaş bûn. Lê rewş guheriye û ew gumanên wan nemane.”

Ji penaberan Selîm Dergo jî got ku wan mal û welatê xwe terikand û hatin vir, em nebawer bûn ku careke din vegerin welatê xwe û wiha axivî: “Pir na, 7 meh berê em tevî zarok û zêçên xwe bi kelegirî hatin Tirkiyê. Gelê navçeyê em pêşvazî kirin û me li vir penaberiya xwe jibîr kir. Xwedê ji wan razî be. Şikir şer û pevçûnên herêmê bi dawî bûn û em vedigerin welatê xwe.”