Rojava News: Çekdarên DAIŞê rojane bajarokê Til Temirê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin û ji ber wê jî xelk nikarin vegerin bajêr.
Çekdarên DAIŞê ji gundê Til Hefiyan û Til Şemîranê her roj navenda Til Temirê bi hawinan topbaran dikin û ziyanên mezin digihîne mal û milkên xelkê.
Îro, derdora seat 12:00 li gor dema Qamişlo, çekdarên DAIŞê hawanek avêtine xaleke kontrolê ya YPGê li gundê Xêbiş li başûrê Til Temirê, lê ziyanên wê heta niha nediyar in.