Rojava News: Çekdarên rêxistina DAIŞê li gundê Şidûd yê ser bi bajarê Babê ve li gundewarê Helebê 2 ciwanên Kurd bi tometa alîkariya vekirina zindaneke DAIŞ serjêkirin.
Li gor malpera kurd îro ku çekdarên rêxistina DAIŞê, piştî helmeteke pişkinînê li nava gund karîbûn ew ciwan bi girtin bidin û wan birin nava meydana gund û paşê ew serjêkirin.