Print this page

Kobanê: Ji dema çûna Pêşmerge heta niha 4 hezar DAIŞ hatine kuştin

Rojava News - Kobanê: Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, ji dema ku Hêzên Pêşmerge çûne Kobanê û heta niha 4 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha piştî rizgarkirina Kobanê heta niha 35 hezar xelk vegeriyane.

Telet Salih Zirarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge roleke serke di rizgarkirina tevahiya Kobanê de dîtin ji dema ku Hêzên Pêşmerge çûne Kobanê û heta niha 4 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.”

Derbarê vegera xelkê Kobanê bo malên xwe, wî fermandrê Pêşmerge wiha got: “Piştî rizgarkirina Kobanê heta niha 35 hezar xelk vegeriyane.”