Print this page

Barzanî: Em ti carî xwe tevlî şerê mezhebî nakin

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Barzanî doh li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn kir.

Di hevdîtinê de Jean Asselborn behsa şerê DAIŞê kir û got, şerê DAIŞê tenê şerê kurdan nîne û şerê hemû cîhanê ye ji ber wê jî divê hemû hêzên cîhanê li dijî wê rêxistinê şer bikin û wiha  axivî:

“Em wê erka giran a ku Pêşmerge daye ser milê xwe, fêm dikim. Eger Pêşmerge neba DAIŞ nedişkest.”

Wezîrê Derve yê Luksemburgê di mijara penaberan de jî pesnê Herêma Kurdistanê da û got, cîhan bi çavekî rêzdarî li we dinêre çimkî we gellek penaber û gelên cuda li ba xwe hewandiye.

Serokê Herêma Kurdistanê jî diyar kir ku Pêşmerge bi serbilindî şerê DAIŞê dike û kariye heybeta DAIŞê bişkêne.

Barzanî anî ziman ku divê tenê di warê leşkerî de şerê DAIŞê neyê kirin, di warê hizrî û darayî de jî şerê wê rêxistinê were kirin û got, gelê Kurdistanê xwediyê çanda pevre jiyanê ye û ti carî nabe beşek ji şerê mezhebî yê li deverê.