Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta 68emîn salevgera darvekirina Serokê Komara Kurdistan li Mihabadê Pêşewa Qazî Mihemed, li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê peyamek belav kir.
Barzanî di peyama xwe de nivîsiye: “Pêşewa hate darvekirin lê belê xebat û îradeya gelê wî ya ji bo azadîxwaziyê bihêztir bû. Ne darvekirin û ne qirkirin û enfal û kîmyabaran û teror yek ji wan nekariye îradeya gelê Kurdistanê bişkîne.”
Herwiha Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Di salvegera darvekirina Pêşewa Qazî de hezaran silav li canê Pêşewa û hemû şehîdên rêya azadî û rêbazên wan yê pîroz her berdewam dibe.”
Di rojeke wek îro 30ê Adarê ji sala 1947an de, Serokê Komara Kurdistan li Mihabadê Pêşewa Qazî Mihemed ji aliyê rejîma Şah a Îranê hatibû darvekirin.