Print this page

Tirkiyê di navbera Bakur û Rojava de xendeqê dikole

Rojava News: Desthilatdarên Tirkiyê dest bi kolana xendeqekê di navber Bakur û Rojavayê Kurdistanê de kirine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan çend wêne belavkirin ku têde çend alavên kolandinê yên hikûmeta Tirkiyê derdikevin û xendeqê li aliyê Bakurê Kurdistanê dikolin.

Rewangehê ragihandiye jî ku, ew xendeq di navbera bajarokê Dirbêsiyê ji aliyê Rojavayê Kurdistanê û Şeynûrt a ser bi navçeya Qoserê (Kiziltepe) ve ji aliyê Bakurê Kurdistanê tê kolandin.

Çavkaniya navborî tu zanyariyên zêdetir li ser kolandina xendeqê li wê navçeyê belav nekirine.

Li bajarokê Dirêbsiyê deriyekî fermî yê hatin û çûnê bo Bakurê Kurdistanê heye.