Print this page

Ji ber Pêşmerge li Başûr çend mela hatin cezakirin

Rojava News: ji ber dua nekirinê ji Pêşmergeyan re, çend mela û mamostayên olî li Herêma Kurdistanê hatin cezakirin.

 

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim di daxuyaniyekê de îro, 31ê Adarê, ji BasNewsê re ragihand ku, hizar rêxistina Dewlet Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Herêm Kurdistanê geş nabe “Ji ber ku ew tiştek xerîb e li ser kiltûrê Kurdistanê ye û kurd gelekî aştîxwazin û pêkvejiyana ligel xirîstî, êzdî, misliman û newteweyan hilbijartiye.”

 

Kemal Muslim diyar dike ku, piştî Mela Şiwan “ti karmendekî din ê wezaretê neçûye nava DAIŞê”, herwiha diyar kir ku, hin kaemendên wan ku di navçeyên di bin kontrola DAIŞê de hene ku çarenivîsa wan nediyare “hin vegeriyane ser karê xwe û hin bineçarî jî li wan navçeyên di bin kontrola DAIŞê de manne.”

 

Selîm amaje bi wê yekê jî kir ku “Duaa nekirin ji bo Pêşmergeyan karekî kêmterxemî ye û cîbicî nekirina erkê neteweyî û olî ye, me ji mamostayên olî re gotiye, eger ji wan neyê ku beşdarî şerê DAIŞê bibin, erkekî olî ye ku duaa ji Pêşmergeyan re bikin û xelkê şîret bikin da alîkariya Pêşmerge bikin.”

 

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî bêhtir behsa vê yekê kir ku got: “Her melayek duaa ji bo Pêşmerge neke, em dê îcraatam ligel bikin û bi kirdar jî li çend cihan bi vê sedemê me mamostayên olî cezadana, eger em bizanin kesên din jî hene, emê wan ceza bikin.”