Rojava News: Hate ragihandin ku piştî çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî bajarê Idilbê bûn, peykerê Îbarhîm Henano ku yek ji kesayetên şoreşger ên Kurd li dijî dagirkeriya Fransayê bû, rûxandin.
Li gorî dezgehên çapemeniyê û malperên civakî ragihandin ku çeteyên Cebhet El-Nusra piştî ku bajarê Idlibê bi dest xwe ve anîn, nijadperestiya xwe li hemberî peykerê Îbarhîm Henano ku yek ji kesayetên şoreşger ên Kurd li dijî dagirkeriya Fransayê bû, nîşan dan. Li gorî heman çavkaniyan peyker duh ji aliyên van çeteyan ve hatiye rûxandin.
Li aliyekî din gelek çalakvan û siyasetmedaran derbarê mijarê de nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku tu girêdana van çeteyan bi ola îslamê re tune ye û ji bilî nijadperestiyê tiştekî nas nakin. Her wiha hewl didin bajarê Idlibê jî wekî bajarê Reqayê bikin.
Tê zanîn Îbrahîm Henano yek ji siyasetmedar û şoreşgerên Kurd ên li dijî dagirkeriya Fransayê têdikoşiya û wekî sembola berxwedana şoreşa Sûriyeyê di salên 20’an ên sedsala borî de li dijî dagirkeriya Fransayê tê nas kirin.