Print this page

Şandek ji Pêşmerge li Parîsê bû

Rojava News: Şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi serdanekê çû Fransayê ye û ligel Serokomarê Fransa François Hollande civiya.

Serokomarê Fransa François Hollande duh, li Parîsê li avahiya Koşka Elysseyê mazûbaniya Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir û fermandarên pêşmerge yên ligel wî kir.

Wezîrê Parastina Fransa û çend rayedarên fransî jî tevlî civîna Hollande û şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bûn.

Hat ragihandin ku rayedarên fransî mijara şandina çek û teqêmeniyan bo pêşmerge erênî nirxandine.

Di nava şanda Herêma Kurdistanê de Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir, Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî, Fermandarê Eniya Guwer-Mexmûrê Sîrwan Barzanî û çend fermandarên din cih girtin.