Rojava news: Berpirsê Eniya Rojhilat û Rojavayê Dicle amajeyê bi wê dike, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî baş pêşveçûne, li seranserî eniyên şer û beşekî mezin ji axa Kurdistanê azad kirine.
Berpirsê Eniya Rojhilat û Rojavayê Dicle “Zeîm Elî” di daxuyaniyekê de ragihand ku, DAIŞê rastî şikestinek mezin hatiye, bi taybet piştî şikandina wan li Tikrîtê û beşek mezin ji serkirdeyên wan ji meydana şer direvin û got jî: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi dirêjeya 1200 km axa Kurdistanê ji DAIŞê diparêzin û serkeftinên mezin bidestxistine ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê rasterast beşdariyê li pilan û enyên şer dike”
Herwiha got jî: “Serokê Herêma Kurdistanê, li wan kesên destdirêjî axa Kurdistanê û birayên Êzidiyan kirine naborîne” û ewjî eşkere kir ku, azadkirina Mûsilê pêwîtî bi demê û Hêza Pêşmergeyan heye, lê nabe pêşmerge bibin pira ji bo derbasbûna leşkeran bo Mûsilê.