Print this page

PDK-Sê li çiyayê Leylûna Efrînê girtina hevalekî xwe şermezar kir

Rojava News: : PDK-Sê li çiyayê Leylûna Efrînê girtina hevalekî xwe şermezar kir.

 

Rojava News: : PDK-Sê li çiyayê Leylûna Efrînê girtina hevalekî xwe şermezar kir.

 

Duh, roja înê asayişa ser bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê  li gundê Kîmar li devera çiyayê Leylûnê li herêma Efrînê girtin ser mala endamê Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê û  ew endam berû cihekî nenes ve jî birin.

 

Ji aliyê xwe ve Encumena çiyayê Leylûnê li devera Efrînê ku ser bi PDK-Sê ve ye, ev kiryar şermezar kir û daxwaza serbestberdana wî bi awayekî bilez kir û berpirsyaretiya tenduristiya wî jî xiste stûyê kesên ku ev yek pêk anine.

 

Her wiha wê encumenê daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî kir  ku tevlî pirsa serbestberdana hevalên PDK-Sê yên li cem PYD bibin .