Rojava news: Çekdarên DAIŞê, li gundê Werdekê yê eniya Xazirê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, ku dixwestin xwe bigihîne rêya sereke ya di navbera Hewlêr – Dihokê de, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan.
Berpirsekî hêzên Pêşmerge ji Zirewanî di derbarê ziyanên DAIŞê di wî şerî de wiha got: “Hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û termê 5 çekdarên wan ketine destê me de.”
Wî berpirsê hêza Zêrevanî derbarê awayê êrişê wiha domand: “DAIŞ 2 gereyder ligel xwe anîbûn bû girtina çal û xendeqên Pêşmerge, lê piştî şerekî 40 deqî balafir hatin navçeyê û dest bi lêdanê kirin, ku ew herdu gereyder û çekên din li şûna wan man û reviyan.”
DAIŞ bi êrişa şevê din li eniya Xazirê dixwest xwe bigihîne rêya sereke ya di navbera Hewlêr – Dihokê de.