Print this page

Nûnerê Papa bi Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re civiya

Rojava News: Nûnerê Papayê Vatîkanê Kardînal Fernando Filonî bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Nûnerê Papayê Vatîkanê Kardînal Fernando Filonî, ku ji 31ê Adarê ve li Başûrê Kurditanê ye, îro bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Kardînal Filonî di hevdîtinên digel Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî de rizamendiya xwe li ser rewşa penaberên ku ji ber şer reviyane Başûr bi taybet penaberên mesîhî (filleh) anî ziman û ji bo vê yekê spasiya Herêma Kurdistanê kir.

Nûnerê Papa her wiha peyama Papa jî gihand rayedarên Başûr û pesnê Pêşmerge da di şerê DAIŞê de.