Print this page

Wezîrê Pêşmerge: Tenê %5ê xaka Başûr di destê DAIŞê de maye

Rojava News: Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir ragihad, heta niha %95ê wan deverên Başûr ên ku ketibûn destê DAIŞê hatine standin û got, DAIŞ êdî hêza wê ya êrişkirinê nemaye.

 

Îro civîna Encumena Wezîran bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hat lidarxistin.

 

Piştî ku civîn ji aliyê Serokwezîr Barzanî ve hat vekirin, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir li ser rewşa Pêşmerge û eniyên şer her wiha serdana şanda Pêşmerge ya Parîsê agahî da.

 

Mistefa Seyîd Qadir diyar kir ku Serokê Fransa François Hollande soza alîkariyê daye Pêşmerge û Herêma Kurdistanê.

 

Wezîrê Pêşmerge eşkere kir ku 95%ê wan deverên Başûr ên ku ketibûn destê DAIŞê, hatine rizakirin û got, di şerê DAIŞê de 16 welatan çek û cebilxane dane Kurdistanê û 10 welatan jî bi şêwirmendiya leşkerî alîkariya Pêşmerge kirine.

 

Li gorî Mistefa Seyîd Qadir, êdî DAIŞ mîna berê nikare êriş bike.

 

Wezîrê Pêşmerge daxwaz kir ku mûçeyê Pêşmerge di dema xwe de bê dayîn û dereng nemîne.