Rojava News: Di civîna li gel şanda serokayetiya parlemana Kurdistanê de, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihandiye ku ew dîroka xwe naguhere bo kursî û pêwîste yekalîkirina dema serokatiya wî li gor desturê be.
Bi mebesta goftûgo kirin sebaret bi dirêjkirina dema serokayetiya herêmê û li ser projeya desturê lihevkirinê, îro 5/4/2015 şandeka serokayetiya parlemanê li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.
Sekreterê parlemana kurdistanê Fexredîn Qadir ji PUKmedia`yê re ragihand: Serdana şanda parlemanê ji serokê herêmê re pêwîst bû, ji bo pirsên desturê û ew babetên pêwîstiya wê bi desturê ve hene.
Got jî: Sebaret bi projeya yasaya herêmê jî hindek nakokî di navbera aliyan de heye jibo wê jî weku serokayetiya parlemanê em dixwazin curek ji lihevkirinê di navbera aliyan de dirust bikin û ji bo wê mebestê me serdana serokê herêmê kir.
Sekreterê parlemana Kurdistanê ragihand ku di civînê de serokê herêmê li ser wê yekê bi îsrar bû ku ji bo pesendkirina projeya desturê lihevkirin çê bibe û ji bo wê mebestê jî ew bi xwe wê li gel aliyan kom bibe.
Her di wê civînê de serokê Herêma kurdistanê ji şanda parlemanê re ragihandiye ku ez dîroka xwe ji bo kursiyê naguherim û babetek ne yasayî ez qebûl nakim dibê bi yasa pirs bêne yek alî kirinê.