Print this page

Azadkirina Mûsilê dê ji Hewlêrê were serperştîkirin

Rojava News: Biryara pêkanîna odeyeke operasyonên hevbeş ji bo azadkirina Mûsilê hat dayîn, cihê wê jî dê Hewlêr be.

6ê Nîsanê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serokatiya şabndeke pile bilind a hikûmeta Iraqê gehişte Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin.

 

Piştî gehiştina Ebadî, civînek ligel Barzanî encamda, li gor ku çavkaniyekê ji BasNewsê re ragihandiye, di civînê de biryara pêkanîna odeyeke operasyonên hevbeş ji bo serpereştîkirina operasyona çaverêkirî ya azadkirina Mûsilê, di navber Iraq, Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî de, hatiye dayîn.

 

Li gor ku çavkaniya agehdar ji civîna Ebadî û Barzanî, navenda wê odeya hevbeş dê Hewlêr be, wate dê ji Hewlêrê proseya azadkirina Mûsilê were serpreştîkirin.

 

Şanda ligel Ebadî ji 30 kesî pêk tê, praniya wan jî fermandar û pisporên leşkerî ne, ew jî wek amajeyekê ye ji bo girîngiya proseya azadkirina Mûsilê di vê serdana Serokwezîrê Iraqê de, ku yekemîn serdana wî ji bo Hewlêrê ji dema destpêkirina erkên xwe wek serokwezîr.

 

Li gor daxyaniyekê ku ji aliyê Ofîsa Ragihandina Serokwezîrê Iraqê hatiye belavkirin, Ebadî hêviya geşbûna bêhtir ji Herêma Kurdistanê re xwestiye, herwiha ragihandiye ku “Tu sînorek ji hevahengiya” ligel Herêma Kurdistanê re nîne.

 

Ebadî tekez kiriye jî ku “Kula hevbeş (a Hewlêr û Bexdayê) jinavbirina DAIŞê ye.”

 

Navborî balkiaşndiye ser proseya çaverêkirî ya azakirin Mûsilê, ku ji 9ê Hezîrana sala 2014an ve di dest DAIŞê de ye, û tekez li ser beşdariya welatiyên Mûsilê di wê proseyê de kir.

 

Her li gor daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê balkişandiye ser hebûna hevahengiyê ligel Bexdayê û “Tekez” li ser wê yekê kiriye ku “Hemû karînin herê di bin desthilata hikûmeta federal de ne.”