Rojava News: Ew 300 rêwiyên Efrînê yên ku li bajarê Idlibê yê Sûriyê ji aliyê çekdarên îslamî yên radîkal ve hatibûn girtin, hatin berdan.
Li gor hatiye zanîn: ew rêwiyên Efrînê yên ku doh danê sibê li Idlibê ji aliyê çekdarên Cebhet el Nsurayê ve hatibûn girtin, hatin berdan.
Wî jêderî da zanîn, wan çekdaran ji rêwiyan re gotibûn ku YPG razî bûye girtiyên me berde lewma em we berdidin.
Doh danê sibê dema 12 mînîbûs ku tijî rêwiyên Efrînê bûn û diçûn Helebê, dema ji nav bajarê Idlibê re derbas dibûn, ji aliyê çekdarên Cebhet el Nusrayê ve hatibûn girtin.
Rêya sereke di navbera Efrîn û Helebê de nêzîkî 3 salan e ji ber şer hatiye girtin, lewma Efrînî neçar dimînin di nav bajarê Idlibê re derbas bibin û herin Helebê. Bi vî rengî rêya wan nêzîkî 13 saetan dirêj dibe.
Efrîn û Heleb tenê nîv saetê ji hev dûr in.