Print this page

Li Şingalê şerê kolanan rû da

Rojava News: Li Şingalê, di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de bi çekên giran û sivik şerê kolanan derket.

 

Li gor agahiyan; Şevê din, çekdarên DAIŞê li Şingalê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi giranî li wan dan û ew şer 4 seatan domand.

 

Herwiha Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî li DAIŞê dan. Piştre hatin şikestin û yên man reviyan.