Rojava News: Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê di Encumena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ragihand ku, biryar hatiye sitendin ku hemû xizmetgûzarî pêşkêşî navçeyên azadkirî li sînorê navçeya Şingalê werin kirin, heta ku bi temamî were rizgarkirin dê bi temamî were avakirin jî.
Seydo Çeto, Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê di Encumena Parêzgeha Mûsilê ragihand: “Biryar hatiye sitendin ku hemû xizmetgûzarî pêşkêşî navçeyên azadkirî li sînorê navçeya Şingalê werin kirin. Navçeyên ku hînanehatine azadkirin amadekarî tên kirin ku piştî rizgarkirina wan, xizmeta wan jî bê kirin, wek kareba û av û dibistan û pêdviyên şarewanî û tendrûstiyê.”
Çeto wiha got: “Ji bo wan penaberên ku vegeriyane, di serî de dê 3 dibistan werin vekirin, herwiha bo penaberên ser çiyayê Şingalê jî dê çend dibistan werin vekirin, ji ber ku beşek ji penaberan vegeriyane û pêwîstiya wan bi xwendinê heye.”
Serokê Fraksiyona Birayetî û Pêkvejiyanê di Encumena Parêzgeha Mûsilê wiha domand: “Ew dibistanên ku niha li wir hatine vekirin bi ti awayekî nayên qebûlkirin, ji ber ku ne ji aliyê aliyekî fermî hatine vekirin.”