Rojava News: Êzidiyên li çiyayê Şengalê destbi pîrozkirina Çarşema Sor kirin. Bi armanca rasthatina cejna Çarşame Sor, Êzidiyên li çiyayê Şengalê serdana tirba Şerfedîn kirin. Êzidiyan diyarkirin ku dem dema yekitiya Êzidiyane û bang li Êzidiyan kirin daku bibin yek.
Êzidiyan li tirbeyê duayên xwe kirin û bi dirûşmeyan Heca xwe temam kirin û ji Tirba şerfedîn derketin.