Print this page

Derik: Haşim İbrahîm Miho hat azad kirin

Rojava News: Endamê Komîteya Heremî  yê PDK-S Haşim îbrahim Miho  hate serbest berdan.

Îro  (2015-04-08) Endamê Komîteya Heremî  yê PDK-Sê  Haşim îbrahim Miho li bajarokê Rimelan ji aliyê hêzên asayîşa bi ser PYDê ve hate serbest berdan.

Kurê Haşim Îbrahîm ev agahî tekez kir kû bavê hatiye azadkirin.

Haşim îbrahim Miho  piştî  vegera kongresa PDK-Sê ji herêma Kurdistanê, li gundê xwe Til xenzîr 11-6-2014a de ji aliyê hêzên bi ser PYDê ve hate destgirtin.