RojavaNews :Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Pêşverû Ehmed Berekat ragihand " Ti hebûna Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) nîne li beramber PYDê ku pirsgirêkên xwe çareser neke".
Berekat ji malpera RojavaNews re da xuyakirin ku Encumena Niştîmaniya kurd (ENKS) ti hebûna wê li meydanê nîne,lê em dibînin PYDê hêzên wê yên leşkerî hene û herêmên kurdî birêve dibin.
Li ser nehiştina PYDê serokê ENKS û cîgirê wî bo herêma Kurdistanê ji aliyê PYDê ve, Berekat got: Nehiştina wan bo Herêma Kurdistanê îhaneye ji Encumena Niştîmaniya kurdî re.
Afiya Hacî