Print this page

Asayîşa Sêmalka rê neda şanda ENKSê

Rojava News: Rêveberiya deriyê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê, rê neda şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

 

Ew şand ji Serokê ENKSê Tahir Sifûk û cîgirê wî Nimet Dawûd pêk dihat.

 

Serokê ENKS Tahir Sifûk, ragihand ku rêveberiya deriyê Sêmalka ji wan re gotiye ew nehatine agahdarkirin û navên wan li ser derî tine ye heya ku rê bidin wan û derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

 

Sifûk got ku rêveberiya Sêmalka ji wan re berê gotibû hûn dikarin yekser derbas bibin, bêyî ku navên xwe tomar bikin. Lê vê care rêveberiya derî rê neda wan.

 

Derbarê hatina wan ji bo Başûrê Kurdistanê, Sifûk ragihand ku wan dixwest bi rêya Herêma Kurdistanê biçin Stenbolê û ji wir yekser berê xwe bidin Cenevreyê.