Print this page

Seîd Omer: ENKS ligel serok Barzanî dicive

Rojava News: Berpirsê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriye li Başûrê Kurdistanê Seîd Omer ragihand ku îro, şanda ENKSê bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bicive.

 

Berpirsê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriye li Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku îro, şandeya ENKSê ku ji her yek ji sekreterê PDK-Sê Siûd Mela, sekreterê Pêşverû Hemîd Hec Derwîş û sekreterê Yekîtî Îbrahîm Biro berî ku biçin Stenbolê wê bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bicive.

 

Seîd Omer herwiha got ku eger Serokê ENKSê Tahir Sifûk û cîgirê wî Nimet Dawûd derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û eger ev yek pêk hat rê ew jî ligel Barzanî bicivin.

 

Omer anî ziman ku şanda ENKSê dê bi rêya Stenbolê biçin Cenevreyê û dê li wê derê di konferansa çareserkirina krîzan ku ji aliyê Enstîtuya Karnîcî ve hatiye organîzekirin, bikin.