Print this page

Li Guwêrê Firokeyên Hevpeymaniyê çekdarên DAIŞê bordûman kirin

Rojava News: Pêşmerge êrîşa çekdarên DAIŞê li Guwêrê şikandin û Firokeyên Hevpeymaniyê jî ew bordûman kirin.

 

Li enya Guwêrê Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşek DAIŞê şikandin û Firokeyên Hevpeymaniyê jî çekdarên DAIŞê li deverê bordûman kirin.

 

Li gor agahiya doh êvarê Seet derdora 9a li nêzîkî pira Guwêrê êrîşî sengerên Pêşmergeyan kirin, lêbelê Pêşmergeyan bi tundî bersiva wan dan, êrîşa wan hat şikandin û çekdar bi şûnde vegeryan cê ku jê hatibûn.

 

Tevî ku Pêşmergeyan ziyanekî mezin gihandibû çekdarên DAIŞê jî, lê Firokeyên Cengî yên Hevpeymaniyê karwanê otombêlên çekdaran bordûman kirin.

 

Di encama bordûmanê de du otombêl ku yek ji wan çekê “Doçka” li ser bû hat rûxandin û hemî çekdarên her du otombêlan hatin kuştin ku herî kêm 6 çekdar bûn.