Print this page

ENKS li Kobanî dest bi karê xwe dike

Rojava News: Şaxê Kobanî yê Ecûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), yekemîn civîna xwe li Kobanî piştî derxistina DAIŞê ji bajêr li dar xist û tê çaverêkirin li gel TEV-DEMê bicive û serdana hêzên kurdî li eniyên şer jî bike.

Di civînê de rewşa Kobanî piştî bidawîbûna şerê li dijî DAIŞê û astengiyên li ber jiyana xelkê hatin gotûbêjkirin.

 

Endamên şaxê Kobanî yên Encûmena Kurdî piştî civîna xwe serdana goristana şehîdên Kobanî kirin.

 

Encûmena Kurdî dê di destpêka karê xwe yê siyasî de hevdîtinan li gel hêzên siyasî ji TEV-DEMê û partiyên din ên kurd pêk bîne, herwiha dê serdana Hêzên Pêşmerge, YPG û artêşa azad jî bike.

 

Bi destpêka êrişa DAIŞê li ser Kobanî di 15ê Îlona sala borî de bi koçberiya xelkê, jiyana siyasî û karê partiyan jî li Kobanî rawestiyabû. Piştî derxistina DAIŞê ji bajar bi vegera xelkê, hêz û partiyên siyasî jî vegeriyan û ji nû ve dest bi karê xwe dikin.