Print this page

Pêşmergeyekî din yê Kurdistana Sûriyê Şehîd ket

RojavaNews-Duhok:Şehîdekî din ji pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê li pendava Mûsilê li Herêma Kurdistanê tevlî karwanê  pakrewana bû .

Îro , pêşmergeyê Kurdistana Sûriyê binavê Mihemed Reşîd Ehmed Ehmed dema ku xwarin vediguhest ji pêşmergeyan re li pendava Mûsilê şehîd ket .

Moqedim Mehmûd Derwîş ji RojavaNews re ragihand  dibe ku pêşmerge Mihemed Reşîd Ehmed Ehmed bi fîşekekî ( BKC ) dema ku xwarin di vegust ji pêşmergeyan re li eniya şer li pendava Mûsilê şehîd ket .

Moqedim Mehmûd Derwîş serbar kir û got ku termê pakrewan Mihemed Reşîd Ehmed Ehmed niha li nexweşxaniya el-tib el-edlî li parêzgeha Duhokê ye û wê sibe termê wî  ji bo zêdî wî werê veguhestin ji bo Kurdistana Sûriyê .

Pakrewan Mihemed Reşîd Ehmed Ehmed bi temenê xwe 26 saliye û ji gundê Gêrê yê girêdayî bi bajarokê Girkê Legê ve ye .

Aldar