Print this page

Dêrik:PYDê 50 Ciwanên Kurd li Gundê Kelhê girtin

RojavaNews :Çekdarên PYDê (50) Ciwanên Kurd ji gundê Kelhê u gundên navçe li ser sînorê di navbera Kurdistana Sûriyê u Herêma Kurdistanê de girtin.

Jêderekê ji malpera RojavaNews re ji gundê Kelhê tekez kir ku sê otombîlê PYDê êrîşî Gundê Kelhê yê biser Navçeya Koçerata ve li bajarê Dêrikê kirin u (50) Ciwanên Kurd girtin .

 Herweha wî jêderî got ew ciwanên Kurd hatin girtin, dema ku dixwestin birevin Herêma kurdistanê ji tirsê leşkeriya neçar a PYDê .

Can Yusif