Print this page

Encumena (PDK)ê li Silêmaniyê hat teqandin

Rojava News: Heta niha sedema vê teqînê û aliyê pê rabûye ne diyare, lêbelê lêkolîn berdewame.

Şeva borî Encumena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê li Silêmaniyê hatibû teqandin û heta niha 7 kes bi wê tuhmetê hatine girtin.

Berdevkê rêveberiya polîsê Silêmaniyê Neqîb “Serkewt Ehmed” derbarê vê teqînê de got“Şeva borî 9 Nîsanê piştî wê teqîniyê li Encumana Serkirdeyên (PDK)ê li Silêmaniyê rûda, demlidest çend kesek ji aliyê biraderên PDKê ve hatin girtin û radestî Hêzên Polîsa Hewarhatinê kirin û wan jî ew şandin ji bo Polîsê Raperîn û lêkolîn li ser vê bûyerê berdewame”

Her wiha got jî: “Ti zer û ziyanê madî di vê teqînê de nînin, lêbelê heta niha jî nehatiye diyarkirin ka sedema vê teqîniyê çiye û ew kesên hatine girtin bi ser kîjan aliyî vene”