Rojava News: Balafirên hevpeymaniyên navdewletî êrişî navendên DAIŞê li Rojava û Başûrê Kurdistanê û herwiha li Iraqê jî kirin.
Li gor daxuyaniyeke Artêşa Amerîka, balafirên hevpeymaniyê di her du rojên borî de 16 êrîşên asmanî li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku balafirên hevpeymaniyê 7 caran êrişî navendên DAIŞê li parêzgeha Hesekê û li nêzîk bajarê Kobanê kirine.
Di encama êrişîn di Rojavayê Kurdistanê de 2 yekîneyên taktîkî û 5 wesayîtên rêxistina DAIŞê hatin ruxandin.
Li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî, balafirên hevpeymaniya bi serêkşiya Amerîka 9 êrîş li dijî navendên DAIŞê li nêzîkî Mûsil, Şingal, Bêcî, Felûce û çend navçeyên din pêk anîne.
Di encama êrişên di Başûrê Kurdistanê û Iraqê de li Şingalê yekîneyek, 2 avahî û wedayîtek bi zirxî, li nêzêkî Mûsil 2 yekîneyên taktîkî, çeperek û 2 wesayît, Bêcî tunelek, çend wesayît hatin têkbirin.