Print this page

Li Kobanî 2 gund û rêyeke stratejîk rizgar bûn

Rojava News: Li başûrê rojhilatê Kobanî 2 gundên din ji destê çekdarên DAIŞê hatin derxistin, herwiha rêyeke stratejîk di navbera Heleb û Hesekê de ji destê wê rêxistinê hat derxistin.

Duhî Hêzê Kurd bi piştgiriya Hêzên Pêşmerge û Artêşa Azad û balafirên hevpeymaniya navdewletî, herdu gundên Çelebiyê û Gogtepe kontrol kirin.”

 

Ew herdu gund nêzîkî 50 km li başûrê rojhilatê bajarê Kobanî dikevin.

 

Piştî kontrolkirina herdu gundan, şer li gundê Xerabişkê û li derdora fabrîqeya Lavarc ya çîmento derket û rêya navdewletî ya di navbera parêzgehên Heleb û Hesekê de li derdora gundê Xerabişkê ji destê DAIŞê derket.