Rojava News: Hêzên Kurdî gundek li Kobanê rizgarkirin û herî kêm 20 çekdarên DAIŞê tatine kuştin.
Hêzên Kurdî li gundek li başûr-rojhilatê Kobanê azad krin û şer li derdora karkgeha Çemento berdewame.
Şervanên Kurd bi piştevaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Firokeyên Cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî bi temamî gundê (Derfilît) ku 60 km dikeve başûr-rojhilatê Kobanê kontirol kirin, çekdarên DAIŞê gelek xaniyên wî gundî bombekiribûn.
Serekî giran di navbera Hêzên Kurdî û çekdarên DAIŞê de li derdora kargeha çemento (Lavaric) piştî 2 rojan ji kontirolkirina gundên (Kok Tepe, Kuçik. Mît û Xerab Eşiq) berdewame û herî kêm 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.