Rojava News: Ji ber têkçûna ewlehiyê, bihabûna pêdiviyê jiyanê û ne aramiya li bajarê Hesekê ev tevde bûn sedem ku beşekî mezin ji kurdên bajêr koçber bibin û demografiya bajêr bê guhertin
Ji despêka kirîza Sûriyê ve û bi taybet di herdû salên borî de li bajarê Hesekê dergehê koçberiyê vebû. Li gor gelek çavdêrên siyasî, sedema sereke ya koçberiyê, têkçûna ewlehiyê û nakokiyên siyasî ne.
Ji aliyê aborî ve, parêzgeha Hesekê di rewşeke aloz de ye, ji ber dorpêçkirina bajêr û bihabûna tevaya pêdiviyên jiyanê, ligel kêmbûna derfetên kar.
Koçberiya kurdan û herwiha firotina xaniyan bandoreke neyinî li ser demografiya herêmên kurdî dike û li şûna kurdan kesên ereb cih girtine.
Bi hezaran kurdên Sûriyê koçberî welatên derdorê bûn e û ji nav wan pareke mezin ji kurdên Hesekê ne.