Print this page

Demîrtaş wêneyên bûyera Tendûrekê belav kir

Rojava news: Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş bi belavkirina wêneyên aloziya çiyayê Tendûrekê ragihand, li wê derê operasyoneke derewîn hatibû plankirin.

 

11ê nîsane  li çiyayê Tendûrekê li nêzîkî bajarê Diyadînê yê Bakurê Kurdistanê, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de şer derketibû. Di bûyerê de rayedarekî HDPê û gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest dabûn, sivîlek û 4 leşker jî birîndar bibûn.

 

Li ser çawaniya derketina şerê duh, Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş li bajarê Stenbolê û di mîtînga partiya xwe de got, “duh li Agirî şer derneket çimkî li wir operasyoneke derewîn hatibû plankirin.”

 

Demîrtaş diyar kir ku yên ew operasyona derewîn plan kiribûn, 15 leşker di nav şer de hîştibûn, 8 kes ji wan birîndar bûn û wiha got: “Leşkerên birîndar hîştin û çûn. Çima? Ji bo ku ew leşker bimirin û dengên AKPê zêde bibin. Lê hevalên me çûn cihê şer û leşkerên birîndar rizgar kirin.”

 

Hevserokê HDPê anî ziman ku lê dema ew kesên sivîl ji bo rizgarkirina leşkeran çûn helîkopteran li wan dan û rayedarê HDPê Cezmî Bûdak û gerîlayê PKKê kuştin.