Print this page

Li Efrînê Ala Kurdistanê tê qedexekirin

Rojava News: Rêveberiya Xweser li Efrînê, biryara qedexekirina wêneyên serkirdeyên kurd û Ala Kurdî derxist.

 

Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser li Efrînê biryara qedexekirina wêneyên serkirdeyên Kurdan û ala kurdî derxist.

 

Desteya Navxweyî di belavokeke xwe de ji bo navendên asayîşê li Efrînê, got daliqandina wêneyên serkirdeyên kurd û alên kurd li dijî exlaqê civaka me ya pêşketî ye û daliqandina wan wêneyên serkirdeyan navê wan serkirdeyan xerab dike.

 

Li gorî berpirsên Efrînê, her kesê ala kurdî li ser mal, otombêla xwe yan jî cihekî din daliqîne, dê were cezakirin.

 

Tê gotin li Efrînê demên dawî di hindirê malên de daliqandina Ala Kurdî û weneyên Melê Mistefa Barzanî zêde bûne.