Rojava News: Ew her sê gundên ku di destpêka êrîşên DAIŞê de ser Kobanê ji dest çûbûn Îro rizgarbûn.
Hêzên Kurdî li Kobanê berdewam bi pêşve diçin piştî ku kargeha (Lavaric) ya çemento li rojhilat-başûrê Kobanê, ji çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê rizgar kirin.
Îro 13 Nîsanê Hêzên Kurdî 3 jêderên keviran li derdora gundê (Kuckimît) û girên li wê deverê bi temamî kontirol kirin bi piştevaniya Firokeyên Hevpeymaniyê.
Li eniya rojhilatê Kobanê Hêzên Kurdî her sê gundên(Tolik, Mitîn û Kortik) ku dikevin rojhilatê Kobanê bi 43 km û di destpêka êrîşên DAIŞê de li ser Kobanê ji dest çûbûn îro piştî şerekî giran ku 4 çekdarên DAIŞê tede hatin kuştin û gelek jî birîndarbûn, hatin rizgar kirin.
Îro danê nîvro şerekî giran li derdora gundên (Mizexna û Minîf) li başûr-rojhilatê Kobanê derket, di encam de 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û şervanekî kurd jî şehîd bû.