Print this page

Li Kobanî xendek tên kolandin

Rojava News: Piştî rizgarbûna bajarê Kobanî ji rêxistina DAIŞê, asayîşa Kobanî xendekeke bi kûrahiya derdora 5 metran û bi ferehiya 4 metran li derdora bajêr dikole.

Asayîş dibêje sedema kolandina wê xendeqê, ji bo parastina bajarê Kobanî ji êrişên rêxistina DAIŞê û erebeyên bombekirî ye.

 

bi kolandina we xendekê, li derdora Kobanî, kes nikare derbasî bajarê Kobanî bibe, ji bilî di rêbendên taybet yên kontrolkirî de.

 

Hat gotin asayîşa bajarê Kobanî, li ser sînorê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de heta bi Şêran, Helinc û Mezrê li aliyê rojhilatê sînor xendeqan dikole.