Print this page

Kobanî: Di teqina li gundê Çelebiyê kesek sivîl jiyanaxwe ji dest da

Rojava News: Li Gundê Çelebiyê Rojhilatê başurê Kobanî  kesê bi navê  Mihemmed İbrahîm Hemu Mahmo doh (13 nîsanê) dema dergehê mala birayê xwe vekir xanuyê bomberejkirî teqiya û jiyana xwe ji dest da.

 

Li kobanî  berî çend roja 3 gundê ku hatin rizgarkirin, kû yek jê gundê Çelebiyê bû daniştwanê gund ji bo kontrolkirina pêdiviyê gundê xwe vegeriyan malên xwe. Lê belê DAİŞê  li pêş ku gund û mala bicîbihêle bomba, mîn bi şewayekî xef cibecîkirine.

 

Li gor çavkaniyekê ji radyo Rojava News re ragihandiyê: Mihemmed İbrahîm Hemu Mahmo jî dema dergehê mala birayê xwe xwest vekê teqîne ke mezin ruda û û jiyanaxwe ji dest da.

 

Piştî ku DAİŞê ji Kobanî hate derxistin, rêxistina terorîstî gelek mal û cî bomberej kiribû û heta niha tê zanîn bi dehan kes dema vegeriyan mal û warê xwe bune cangoriyê wan mîn û bombeyan.