Rojava News: Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) banga tevahiya kurdan kir, da ku piştgiriyê bidin serxwebûna Herêma Kurdistanê.
PAKê bi helkefta “14ê Nîsanê Roja Bibîranina Enfalê” daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya PAKê de hat gotin, di sala 1986ê de Sedam Hisên her çiqasî şerê Îranê dikir jî lê dîsa bi hezeke xurt êrişê kurdan kir û xwest ku hemû kesên temenên wan di navbera 13 û 70yê de ne, kombikujê.
Hat ragihandin êrîşan 3 salan dom kir û di encamê de 182 hezar kurdistanî hatin kuştin, ji 4 hezar 665 gundên Başûrê Kurdistanê 4 hezar bi erdê re kirin yek. Herwiha hat amaje kirin ku Amerîka, Ewrûpa, welatên misilman, cînarên Kurdistanê hemû bêdeng man, çavê xwe girtin û xwe ker kirin.
PAKê di daxuyaniya de bal kişand ser vê yekê ku bi hemû wêrankarîya xwe Enfalê xelkê kurd teslîm negirt û Herêma Kurdistanê îro ne tenê ji bo Kurdan, herwiha ji bo hemû kemineyan, ol û mezheban bûye sitar.
Di daxuyaniya tê de hatî gotin: “Divê cîhan êdî eşkere piştgirîya gelê kurd bike. Divê em hemû kurdên li cihanê, Dewleta Federe ya Kurdistana Başûr biparêzin û bi xwîn û can bi meşa wan a ber bi serxwebûnê re bin. Beşek be jî ti caran gelê Kurdistanê hewqas nêzîkî serxwebûnê nebûye.”