Rojava News: Îro 14 Nîsanê ye ku weke roja Enfalê li Başûrê Kurdistanê hatiye binavkirin, ku 27mîn salvegera Enfala gelê kurd e.
Her sal di rojek weke îro de karesata Enfal a di encamê de ji jin, keç, zarok, mêr û pîr 182 hezar kurd hatin şehîdkirin , herwiha bi zîndî hatin çalkirin, tê bibîranîn.
Ev karesat ji aliyê rêjîma Partiya Beasê ve bi ser gelê kurd de pêk hat.