Print this page

Til Temir: Asayîşa PYDê avet ser nivîsingeha PDK-Sê

Rojava News: Li navçeya Til temirê ya ser bi bi Hesekî ve, Asayîşa girêdayî bi ser PYDê ve êriş bir ser nivîsingeha PDK-Sê.

Doh êvarê 4 çekdarên asayîşa bi ser PYDê ve li derdora demjimêr 08ê êvarê  avêtin ser nivîsingeha PDK-Sê  û bê ku sedemek nîşanbidin  derî şikandin û ketin hindir.

Hat zanîn eşya yê  li nava nivîsingehê têkdanê û dest danîne ser çend belgename û li gel xwe birine.