Print this page

Serok Barzanî : Çûna pêşmergeyan ji bo Kobanî biryarek dîrokî bû

RojavaNews : Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ragihand ku biryara çûna pêşmergeyan ji bo Kobanî biryarek dîrokî , niştîmanî û moroviye û vegera wan pêşmergeyan ji Kobanî li ser rewşa kobanî dimîne û sînorê Saykis Bîko yê ku bi xûnê hatî nexşandin ne tenê li Kurdistanê lê li Rojhilata Navîn jî bi dawî hatiye .

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kenala Cezîrê di programê ( Lîqa El-Yewm ) de ragihand ku : “ Biryara çûna pêşmergeyên Kurdistanê ji bo Kobanî ne biryarek hesan bû lê belê biryarek dîrokî , niştîmanî û mirovî bû  ".

Serok Barzanî herweha got ku berî em pêşmergeyan bişînin kobanî me peywendî li gel Turkiyê û Emerîka re kir û ewan bi erênî pêşwaziya vê gave kirin .

Li ser demê vegera pêşmergeyan ji Kobanî Serok Barzanî got : “ Demek diyar ji vegera Pêşmergeyan re tune ye “ .

“ Pêşmerge bi roleke mezin li Kobanî rabîn , ku wan pêşmergeyan bajarê Kobanî û piraniya deverê ji terorîstên DAIŞ rizgarkirin û ji ber vê yekê demê vegera wan pêşmergeyan li ser rewşa Kobanî dimîne “.

Li ser pirsa ka gelo hûn pêşbînî dikin ku cografiyeke nû ji deverê re werê nexşandin , serok herêma Kurdistanê Mesud Barzanî got : “ Sînorê Saykis Bîko ne tenê li Kurdistanê , lê belê li Rojhilata Navîn jî bi dawî hatiye û bê guman piştî bi dawî hatina şerê DAIŞ pêwîste sînorek diyar hebe û emê li hev bikin “.

Li ser pirsa ka gelo hûn di derbarê ezmûna Herêma Kurdistanê , ku ezmûna herî pêşketiye bi berawerdî li gel ezmûnên parçeyên din yên li Eyran , Sûriya û Turkiyê û gelo ev tê wê watê ku ezmûna Herêma Kurdistanê were veguhestin ji bo wan parçeyên din Serok barzanî got : “ Her welatek rewşa wê ya taybet heye ji ber vê yekê  em pêşbînî nakin ku heman ezmûn li wan welatan were cîbecî kirin lê belê ew dikarin sûd û mefayê ji vê ezmûnê werbigrin “.

Li ser rola pêşmergeyan di şerê li dijî Dewleta Islamî ya ku bi navê DAIŞ tê naskirin serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ragihand : “Pêşmergeyên kurdistanê bi qehremanî pêşiya terorîstên DAIŞ rawestiyan û niha rêjeyek mezin ji wan deverên ku ketîn di destê DAIŞ de hatine rizgarkirin , herweha pêşmergeyên Kurdistanê karîn şiyan û karîna DAIŞ li wan deveran pişkîninn û her dibe rêxistina DAIŞ paşve vedikşe “