Rojava News: ENKS ragihand kolandina xendeka li Kobanî ji aliyê asayişê ve tiştekî baş e eger ji bo parastina erd û xelkê be.
Endamê polîtbîroya PDK-S, Mislim Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re diyar kir ku eger kolandina xendekan ji bo parastina erd û xelkê be û ti bandora wan a nerênî li ser jiyana xelkê nebe, kolandina wan tiştekî baş e.
Piştî rizgarbûna bajarê Kobanî ji rêxistina DAIŞê, asayîşa Kobanî xendeqeke bi kûrahiya derdora 5 metran û bi ferehiya 4 metran derdora bajarê Kobanî dikole û dibêje ku armanc ji wan xendeqan ew e ku rê li ber derbasbûna otomobîlên bombekirî bigirin.