Rojava News: Çekdarên rêxistina DAIŞê xort û kalekî kurdên êzîdî li navçeya Bab Tobê ya li nava bajarê Mûsilê îdam kirin.
Çekdarên DAIŞê kalek 60 salî û xortek 20 salî li Bab Tobê li pêşiya xelkê gulebaran kirin.
Çekdarên DAIŞê ji xelkê re gotin, ji ber ku ew herdu kes kurdên êzîdî ne, emê bi helkefta cejna êzîdiyan wan îdam bikin.
Tê zanîn ku îro cejna “Çarşema Sor” a kurdên êzîdî ye.
Li gor agahiyan: herdu kes ji dema dagîrkirina Şingalê ve di destê DAIŞê de bûn. Termên wan niha li nexweşxaneya Mûsilê ne.”