Print this page

DAIŞ çekdarên xwe li Girê Sipî kom dike

Rojava News: Çavkaniyeke Kurd ji Girê Sipî ragihand ku, derdora 200 çekdarên biyaniyên DAIŞê gihane Girê Sipî ku DAIŞê li wir di amadekariyê deye û gelek çekên giranjî li gel xwe anîne. Piştî ku ew çekdar gihane Girê Sipî, berê xwe dane Kobanê.

 

Herwiha wê çavkaniyê ragihand ku “Bêtir ji 200 çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê li gel çekên giran ku ji Top û Rokêtan pêk tên sibeha Îro 15 Nîsanê ji Bajarê Reqayê gihan bajrê Girê Sipî”

 

Ji aliyekî din ve wê çavkaniyê got jî: “Ew 200 çekdar ji welatên biyanî ne û piştî ku ew gihane Girê Sipî demlidest wan berê xwe dane eniyên şer li Kobanê.”