Print this page

Seîd Omer:Beşdarbûna Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê dê bi hemahengî be

Rjava News: Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Seîd Omer ragihand ku beşdarbûna Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê dê bi hemahengî ligel hemû aliyên pêwendîdar be.

 

Endamê Komîteya Navendî ya  Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK-S û berpirsê ofîsa pêwendiyên  niştîmanî ya PDK-S li Hewlêrê Seîd Omer got" Pêşmergeyên Kurdistan Sûriyê wê ne li her deverekê bin, ew pêşmerge beşdar nabin eger rewş zelal nebe, em bi kesê ku danpêdanê bi mafê me nake beşdar nabin."

 

Omer lê zêde kir ku beşdarbûna me wê bi hemahengî û bi rêkeftin di nava hemû aliyên pêwendîdar ku ew beşdarbûn bikeve berjewendiya şoreşê, lê li Kurdistana Sûriyê dê ew beşdarbûn têkeve berjewendiya miletê kurd û parastina deverên